CîhanSereke

K’omara Arsaxê 28-salîya serbestîyê dide k’ifşê

K’omara Arsaxê 28-salîye: sala 1991-ê, dudê îlonê, civîna Herêma Qerebag’ê û neh’îya Şahûmyanê derheqa K’omra Qerebag’êda e’lam kir. Dehê k’anûna sala 1991-ê, çend r’oj pêşîya  hilweşîna Yektîya Sovyêtêye bi r’esmî, li Qerebag’ê r’êfêrêdûm hate derbazkirinê, wextê k’îjanê p’ir’anîya binelîyên Qerebag’ê, 99,8 selefî dengê xwe da serbestîyê. Peyî wê yekêr’a hilbijartinên parlamêntîyê derbaz bûn, piştî k’îjana parlamênt û h’ukumata Qerebag’ê hate sazkirinê. Nava h’alê pêşdahatîda Bek’ûê êrîş destpê kir. 25-ê îlona sala 1991-ê, bombekirinên bajar’ê Şûşîyê destpê bûn.Ji wî çaxîda şer’ê Arsaxê destpê dibe.Wextê wî şer’î eskerê ermenî saz bû, yê  ku karibû bêqezîyabûna Qerebag’ê bide ç’areserkirinê. Bi hîvîkirina Adirbêcanê, sala 1994-a, 12-ê gulanê dokûmênta derheqa agirbestêda ji alîyê wezîrên Adirbêcanê, Qerebag’ê û Ermenîstanêye p’arastinêda hate îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button