
Lîdêrê K’urdistana Îraqê, serk’arê partîya K’urdistanêyî Dêmokratîk Me’sûd Barzanî dêlêgasîya provînsîya Nînêvîyaê bi serk’arîya serokê Mansûr Al Marîd qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê alîya h’alê mihacira, yên ku ji Mûsilê û deşta Nînêvîyaê hatine K’urdistanê, û naxwezin veger’ine malên xwe, gotûbêj kirine, nenihêr’î wê yekê,wekî neh’îyên wan ji DAÎŞ-ê hatine azakirinê. Xeberdan usa jî derheqa dasekinandina Mûsilê û bêqezîyabûna wêda çûye. Li K’urdistanê dîsa ji mîlîonekî zêdetir mihacir hene, yên ku r’ûê pirsgirêkên bêqezîyabûnê û malên wane wêranbûyîda venager’ine cîyên xwe.