CîhanSereke

Alîyê çîna t’evbûna Ermenîstanêye t’evî înîsîyatîva “Zonek û r’êk” girîng h’esab dike

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoyan wextê r’asthatina t’evî baylozê Çînstanêyî li Ermenîstanê T’îyan Êrlûn dînamîka pêşdaçûyîna heleqetîyên Ermenîstanê û Çînstanê girîng h’esab kirîye û guman e’lam kirîye,wekî bi ce’dandinên t’evayî dikarin hevk’arîyê diha bidine k’ûrkirinê, bi t’aybetî nava goveka k’ir’în- frotanêda. Bayloz ew govekên h’îmlî r’aber kirine, li k’îderê dikarin hevk’arîyê bidine berfirekirinê.Bi dîyarkirina t’abîya Ermenîstanêye dîrokîye li ser r’îya Hevirmiþ, bayloz t’evbûna Ermenîstanêye t’evî înîsîyatîva çînîye “Zonek û r’êk” girîng h’esab kirîye. Wextê r’asthatinê fikir dora mecalên k’ûrbûna hevk’arîya dualîda hatine p’evguhar’tinê, usa jî aktîvbûna şuxulk’arîya komîsîya t’evayî girîng hatîye h’esabkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button