SerekeSîyasî

Barzanî: me’nîyên têr’orîzmêye h’îmlî ji navberê nehatine hildanê

Lîdêrê K’urdistanêyî e’yan û serokê K’urdistanê Me’sûd Barzanî e’lam kirîye,wekî me’nîên h’îmlî, r’ûê k’îjanêda t’eşkîleta têr’orîstîye DAÎŞ pêşda hat, hela li Îraqê û li herêmê ji navberê nehatine hildanê. Derheqa wê yekêda Me’sûd Barzanî wextê hevdîtina t’evî konsûlê Fransîaêyî li Hewilêrê gotîye.Çi ku derheqa p’êwendîyên Hewilêrê û P’arîzêdane, lîdêrê k’urd gotîye,wekî bona berfirekirina p’êwendîyên dualî  t’u sînorkirin t’unene. Bona piştgirîya h’ukumata Fransîyaê û cime’ta wêye hindava K’urdistanêda, ya dema şer’k’arîya dijî têr’orîzmê, Me’sûd Barzanî r’azalixî e’lam kirîye.Ewî ner’ih’etîya xwe girêdayî h’alê k’urdên Sûrîyaêr’a daye dîyarkirinê.Barzanî gotîye,wekî ew piştgirîyê dide înîsîyatîva Êmanûêl Makrone girêdayî krîzîsa Sûrîyaêr’a.Konsûlê Fransîyaê Olîvîyê Dêkotînî sirîya xweda derheqa p’êwendîyên Hewilêrê û P’arîzêda xeberdaye û gotîye,wekî bêqezîyabûn û qewînbûna K’urdistanê bona Fransîyaê girînge. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button