H’ukumata Ermenîstanê îro qirar qebûl kirîye, ku xercên byûcêya dewletê û k’ara wê 1. 665 mîlîon dirama zêdekin, û wan p’era usa bikin, ku ji yekê îlonêda mi’aşa mamosta bidine bilindkirinê.Wezîrê p’erwerdê, zanistîyê, çandê û sportê Arayîk Harût’yûnyan daye dîyarkirinê,wekî ew hazir dibin bona mek’t’eba qirara fînansekirinê pêşda bik’işînin, anegorî k’îjanê mi’aşeke t’am, ya here kêm 1O8 h’ezar dirambe. Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye,wekî bilindkirina mi’aşa şoriş nîne, lê destpêka şuxulk’arîyêye.
Herwiha kontr’ol bike
Close