Cîhan
R’eqema tûrîstên ku li Ermenîstanê qesidîne bi 12.1 selefa zêde bûye

Nîveka sala 2O19-a 77O h’ezar tûrîst li Ermenîstanê qesidîne. Derheqa wê yekêda wextê qisa t’evî r’ojne’mevana, sedira komîtêya wezîreta tûrîzmê Sûsana Safaryanê gotîye: “Himberî sala 2O18-a seredana tûrîsta bi 12.1 selefa zêde bûye. H’îmlî li welatê me qesidîne ji welatên ku civakên ermenîye mezin hene: ji R’ûsîyaê, Gurcistanê, ŞAY-ê, Îranê, Almanîyaê û ji welatên mayîn”,- Safaryanê daye k’ifşê. Bi gotina wê xebat tên kirinê, wekî ji welatên Avropayê bala gelek tûrîsta bik’işînin berbi Ermenîstanê.