Sport

Bi piştgirîya ÛÊFA-ê li Ermenîstanê wê 76 deştên lîstikê bêne çêkirinê

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr Alêk’sandr Çêfêrînê sedrê ÛÊFA-ê qebûl kirîye.Serekwezîr di navbera Fêdêrasîona Ermenîstanêye fûtbolê û YÛÊFA-êda girîngî daye ji bo hevk’arî û pêşdaçûyîna fûtbola Ermenîstanê.Bi t’aybetî Nîkol P’aşînyan bal k’işand li ser piştgirîya ku ÛÊFA-ê daye û da k’ivşê,wekî li welêt berne’mên fûtbolêva girêdayî tên mîyaserkirinê.Serokê YÛÊFA-ê da k’ifşê, wekî bi serk’arîya wî  wê bo pêşdaçûyîna fûtbola Ermenîstanê berdewam bike.H’îmlî hatîye k’ivşê, wekî bi piştgirîya  YÛÊFA-ê têr’a tê dîtinê nava sala îsalinda li neh’îyên Ermenîstanê 76 deşta bi gîhayên nee’silî çêkin û fûtbola Ermenîstanêye Fêdêrasîon bi dem û dezgên werzandinêva r’azîkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button