Sîyasî

Xalbûsî: şer’ê t’evî DAÎŞ-êyî li Îraqê hela hê serhevda nehatîye

Spîkêrê parlamênta Îraqê Meh’med Al Xalbûsî gotîye,wekî şer’ê dijî k’oma têr’orîstîye DAÎŞ-ê li Îraqê hela hê ser hevda nehatîye.Derheqa wê yekêda ewî wextê civîna parlamêntên Asîyaêye li Beg’dayê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî pêşmergên K’urdistanê, k’omên H’eşid Aş Şaabîyê û qewatên îraqîye mayîn r’ola k’ifş nava h’incir’andina DAÎŞ-da lîstine. Xalbûsî usa jî r’ola koalîsîona bi serk’arîya ŞAY nava wî şer’îda bilind qîmet kirîye. Nava xeberdana xweda Xalbûsî usa jî serda zêde kirîye,wekî gavên pêwîst gerekê bêne avîtinê, ku k’omên DAÎŞ-ye mayî bidine t’unekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button