H’emû nûçe
Îraq vekirina dergê sînore t’evî Sûrîyaê r’ûê derbên avîyasîonda paşda dêxe
Îraq vekirina dergê sînore t’evî Sûrîyaê piştî derbên dijî nîşangehên îranî, dide paşdaêxistinê.Teyarên bêyî nîşan derb gîhandine qewatên îranîye li bajar’ê Al Kamalê, nava encamên k’îjanêda 18 ç’ekdar hatine kuştinê. Kanîke înformasîon, ya ku nexwestîye ku navê wê bidin, gotîye,wekî Beg’dayê qirar kirîye vekirina dergê sînore t’evî Sûrîyaê bide paşdaêxistinê.Feqet we’dê vekirina dergehe konkrêt nehatîye dîyarkirinê.