Sîyasî

Cîgirên fermandara wê r’astî hevdu bên ku pirsên Sûrîyayê gotûbêj bikin

Fermandarê Navendî yê Hêza Hewayî Gênêral T’omas Bêrgêson û Fermandarê Leşkerî yê Artêşa Dewletên Yekbûyî St’îvên T’wît’î wê bi fermandarîya Giştî ya Tirkîyêr’a bicivin ku pirsên li ser sînorê T’irkîyê û Sûrîyê gotûbêj bikin. Derheqa wê yekêda fermandarîya qewatên Amêrîkî r’oja duşemê r’agîhandîye.Civînê li ser piştgirîya pêşerojê ya Dewletên Yekbûyî ji bo Navenda Opêrasyonên hevbeş (CJOC) bê gotûbêjkirin. Merk’eza koordînasyon nava doranên qayîlîya ŞAY û T’irk’îyayêda hatîye sazkirin ku t’evayî li zona bêqzîyabûnêye li bakûrê Sûrîyayê kontrol bikin.Kontrola e’wlin r’oja yekşemê hatiye mîyaserkirinê, wextê k’îjanê , maşînên zirih’kiriîye bin ala ŞAY-da bûn. « ŞAY û T’irk’îya t’evayî dixebitin bo ku lez mêxanîzma bêqezîyabûnê mîyaser bikin û we’dê anegorî grafîkê pêşda her’e»,- nava e’lametîya belakirîda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button