Sîyasî

K’urdistan de’wê dike, ku wek’îlê wê nava dêlêgasîya Îraqêda hebe

Wek’îltîya Herêma K’urdistanêye li Beg’dayê de’w kirîye, ku h’ukumata Îraqê wek’îlê Herêma K’urdistanêyî r’esmî bike nava t’eşkîla dêlêgasîyaê, ya ku bi serk’arîya serekwezîrê Îraqê wê her’e Çînstanê. 19-ê îlonê dêlêgasîya bi serk’arîya serekwezîr E’bdil Mahdî wê her’e k’omara Çînstanê.Wextê seredana çarr’oje, wê cêrge dokûmêntên dualî bêne îmzekirinê. Hela hê nehatîye dîyarkirinê, ku wek’îlên K’urdistanê wê nava t’eşkîla dêlêgasîyaêda hebe, yan na.Wek’îlê h’ukumata Herêma K’urdistanêyî li Beg’dayê Faris Îsa gotîye,wekî ew berbir’î h’ukumata Îraqê bûye û hîvî kirîye,wekî wek’îlên h’ukumata Herêma K’urdistanê nava dêlêgasîyaên Îraqêye ku diçine welatên başqe, hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button