Sîyasî
Barzanî dêlêgasîya parlamêntvanên Libnanê qebûl kirîye
Lîdêrê k’urd û serokê Partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî dêlêgasîya parlamêntvanên ji Libnanê qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê Barzanî û T’êymûr Cûmblat, serokê bloka parlamênta Libnanêye dêmokratîk, derheqa qewimandinên sîyasîye li R’ohilata Navîn xeber dane. T’evbûên r’asthatinê p’êwendîyên dîrokî û dostîyêye di navbera K’urdistanê û Libnanêda silav kirine û guman e’lam kirine,wekî p’êwendîyên dualî wê berfirebin. Xeberdan usa jî derheqa p’êwendîyên Hewilêrê û Beg’dayêda, usa jî qezîya têr’orîzmêye li herêmê, çûye.