Sîyasî
Li Dîyalê pênc cîyên DAÎŞ-ê hatine t’unekirinê
17-ê îlonê li provînsîya Îraqêye Dîyalê, pênc cîyên DAÎŞ-ê hatine t’unekirinê, li k’îderê ewana xwe vedişartin.Esekrê Îraqê opêrasîona t’evayî t’evî polîsîya Dîyalê derbaz kirine. Bi gotina wek’îlê polîsîyaê, opêrasîona leşkerî li ser h’îmê înformasîona ce’sûsî hatîye derbazkirinê. Li vê neh’îyê dîsa pêşda çar cîyên wî cûr’eyî hatibûne t’unekirinê.