CivakSereke

Nîkol P’aşînyan: em cûr’ê serk’arîkirina welat û êkonomîka xwe diguhêr’in

Bi gotina Nîkol P’aşînyanê serekwezîr şorişa êkonomîkî gerekê h’ukumê we’dedirêj li ser pêşdaçûyîna êkonomîkayê û jîyana meriva bihêle. Fikira wî cûr’eyî wextê civîna bîznêsêye li los Ancêlêsê, Nîkol P’aşînyan e’lam kirîye.“Ermenîstan bi mîrat’a xweye çandî, dîroka xwe, mêvandarîya xweva e’yane. Feqet ew yek bes nîne, ku îmîca welatê xwe bikine ya gelekî baş. R’oja îroyîn em cûr’ê serk’arîkirina welat û êkonomîka xwe diguhêr’in.Bi wê yekêva t’evayî em gerekê gar’antîyaê bidine êkonomîka Ermenîstanêye dînamîk. Sala par cime’ta Ermenîstanê guhar’tin bijartin, me azayî û dêmokratîya bijart û da k’ifşê,wekî t’u tişt qewat nîne, çawa ku bawarîya cime’têye, çi jî hebe  mîyaserkirina guhar’tinên sîyasî gava e’wline”,-serekwezîr gotîye û daye dîyarkirinê,wekî şorişa êkonomîkî hela li Ermenîstanê diqewimin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button