Sîyasî

ŞAY û T’irk’îya êtapa kontrolkirinêye duda li Bakûrê Sûrîayê derbaz dikin

Qulixçîyên ŞAY û T’irk’îayêye leşkerî r’oja sêşemê êtapa kontrolkirinêye duda li Bakûrê Sûrîayê, ya li zona bêqezîabûnê derbaz kirine. Çar maşînên t’irk’aye zirih’kirî sînorê Sûrîayêr’a derbaz bûne, li k’îderê gîhîştine qewatên amêrîkî, bona kontrolkirina sînorê Sûrîayê û T’irk’îayê. Kontrola t’evayîye e’wlin 9-ê îlonê hatiye mîyaserkirinê, piştî k’îjanê alî p’evk’etine ku bona zona bêqezîabûnê merk’eza koordînasîone t’evayî sazkin. T’irk’îya gumane, wekî k’omên k’urdên Sûrîaêye Hêzên P’arastina Gel wê ji wan dera bên derxistinê. Nevsên t’irk’aye r’esmî pêşda gef xweribûn ku eger plana ŞAY gumana wan r’azî neke ewê wî çaxî gavên yekalî biavêjin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button