H’emû nûçeSereke

N. P’aşînyan: T’irk’îya dîsa dimîne kanîya h’alê sertî li r’êgîyona me

T’irk’îya dîsa dimîne kanîya h’alê sertî li r’êgîyona me. Li Nyû York’ê li zankoya Kolûmbîyaê derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan gotîye. “H’ukumatên Ermenîstanê pêşda gelek ce’dandin dane xebatê, ku t’evî T’irk’îyaê destpêka salên 199O-î, paşê 2OO8-2OO9-a p’êwendîya îzbatkin.P’evk’etin hatibû destanînê, ku p’êwendîyên dîmlomatî t’evî T’irk’îyayê bêyî qewil û qirara îzbatkin. Feqet ew ce’dandin bêyî cab man û ji alîyê T’irk’îyaêda hatine înk’arkirinê, ya ku protokolên Syûrîxê îmze kirin, paşê jî paşda sekinîn. Îro, peyî k’omkujîyêr’a 1O4- sal derbaz bûne, T’irk’îya dîsa sîyasîya xweye dijminatîyêye hindava ermenîyada berdewam dike, sînorên xweye li ser e’rdê girtine, piştgirîya sîyasî û leşkerî dide Adirbêcanê, ya ku dijî Ermenîstanê û Qerebag’êye û pêr’a jî k’omkujîya Ermenî afû dike.Em binelîyên r’êgîonêye kevinarin, bi h’ezarsalîya li vir dimînin. Me k’omkujî dîtîye û dewleta dêmokratîk, e’dil û gulvedayî çê dikin.Eva r’astîye, k’îjanê gerekê T’irk’îya qebûlke û t’erka gefxwerinên bêqezîyabûna Ermenîstanê û cime’ta ermenî bide”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button