Sîyasî
Parlamêntvan: parlamênta K’urdistanê hîvîya desta r’êformaye
Parlamênta Herêma K’urdistanê hîvîyêye,wekî wê desta r’êformaye r’astkirî bê r’aberkirinê, ya ku ji alîyê kabînêta h’ukumatêda hatîye hazirkirinê.Parlamêntvan Ç’îya H’emîd gotîye,wekî h’ukumata herêmê wê zûtirekê proêkta desta r’êforma bişîne parlamêntê. Ew pêşda li parlamêntê hatibû gotûbêjkirinê, lê kabînêta wezîraye nû paşda hildabû, ku careke mayîn lê binihêr’e û wana bide r’astkirinê.Hatîye r’agîhandinê,wekî desta wan r’êforma ji alîyê h’emû frak’sîyaên parlamêntêda tê piştgirtinê.