Bi t’eglîfkirina serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan, wê 28-ê îlonê dêlêgasîya bi serk’arîya serekwezîrê Sîngûpûrê Lî Syên Lûn li Ermenîstanê biqeside.Çawa ji admînîstrasîya serekwezîr r’agîhandine, nava doranên seredanêda wê r’asthatinên serekwezîrên herdu welata biqewime, paşê wê ewê li ber r’ojne’mevana bi t’omerîkirina hevr’axeberdana bi e’lametîya t’evayîva pêşda bên.Têr’a tê dîtinê r’asthatina serekwezîre t’evî serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan, kat’og’îkosê t’emamîya Ermenîya, serokê parlamênta Civakî Ararat Mîrzoyan.Serekwezîrê Sîngapûrê wê li Sîsêrnkabêrdê biqeside, qedirê bîranîna cangorîyên k’omkujîya Ermenî bigre. Yekê cotmehê serekwezîrê Sîngapûrê usa jî li Yêrêvanê wê t’evî civîna Avrasîyasîaêye here bilinde berfire bibe, wextê k’îjanê têr’a tê dîtinê qolkirina hevr’aqayîlkirina peymana ort’a Yektîya Avrasîyaêye Êkonomîkî û Sîngapûrêye bazirganîya azada.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close