H’emû nûçe

Li Pêkînê cara e’wlin wê kafêdira zimanê k’urdî bê vekirinê

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî û konsûlê Çînstanê Nî R’û Çî r’astî hevdu hatine, ku pirsên derheqa hevk’arîya dualî gotûbêj bikin. Dîplomatê Çînstanêyî derecebilindî li Hewilêrê îzbat kirîye,wekî welatê wî hazire piştgirîyê bide învêstîsîyaên li K’urdistanê. Ewî daye dîyarkirinê,wekî nava doranên hevk’arîya çandî û akadêmîda, li k’olêca zankoya Salh’edîne li Hewilêrê wê kafêdira zimanê çînî vebe, li Pêkînê jî kafêdira zimanê k’urdî wê bê vekirinê. Bi xeberdana derheqa seredana serekwezîrê Îraqê E’bdil Mah’dîye li Çînstanê, konsûlê Çînstanê gotîye,wekî ji qayîlnivîsarên îmzekirî K’urdistanê jî k’arêk’eve.Barzanîyê serekwezîr bona piştgirîya Çînstanê r’azalixî e’lam kirîye û hevk’arîya di navbera K’urdistanê û Çînstanêda silav kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button