H’emû nûçe

Pêntagon hazirkirina pêşmerga berfire dike

Pêntagonê qirar kirîye, ku mîsîya xweye hînkirinêye bona qulixçîyên Îraqê û K’urdistanêye leşkerî berdewmke. E’lametîya wî cûr’eyî konsûlê ŞAY-yî serekeyî li Hewilêrê St’îvên Fêcîn wextê r’asthatina t’evî wezîrê pêşmerga Şoriş Îsmayîl bela kirîye. Wextê r’asthatinê xeberdan derheqa hevk’arîya dualîda çûye.Konsûl daye dîyarkirinê,wekî Pêntagonê qirar kirîye  şêwirmendên xweye leşkerîye li Îraqê û K’urdistanê dîsa du sala bihêle, bona ku nava şer’k’arîya dijî têr’orîzmê alî qewatên welêt bikin.Ewî usa jî gotîye,wekî ŞAY wê piştgirîya hindava Hewilêrê û Beg’dayêda berdewmke, bona ku pirsên hevr’aqayîlnekirî bên h’elkirinê.Wezîrê pêşmerga qirara ŞAY silav kirîye û piştgirîya bona K’urdistanê bilind qîmet kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button