SerekeSîyasî

Qeterê konsûlxana xwe li Hewilêrê veke

Nava doranên berfirebûna p’êwendîyên dîplomatî û êkonomîkîda meremê Qeterê heye konsûlxana xwe li p’ayt’extê K’urdistanê-Hewilêrê veke. Ev pirs wextê r’asthatina serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî û baylozê Qeterêyî li Îraqê Xalid H’emed Al Silêdî hatîye gotûbêjkirinê.Bayloz daye zelalkirinê,wekî welatê wî hazire piştgirîyê bide învêstîsîyaên li K’urdistanê û ew yek ji alîyê Barzanîda hatîye silavkirinê. “Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî îzbat kirîye, wekî Hewilêr hazire piştgirîyê bide învêstîsîyaên bîyanîye li K’urdistanê, nava wanda yên Qeterê jî”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button