H’emû nûçeSerekeSîyasî

Nîkol P’aşînyan r’astî Alêk’sandr Lûkaşênko hatîye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan r’astî serokê Bêlar’ûsê Alêk’sandr Lûkaşênko hatîye, yê ku bi meremê t’evbûna t’evî civîna şêwira Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî hatîye Ermenîstanê.Hatîye r’agîhandinê,wekî Nîkol P’aşînyan gotîye, ku nava hinek alîyada p’êwendîyên t’evî Bêlar’ûsê li ser dereca gelekî başin û daye dîyarkirinê,wekî îzin t’une li ser tiştê destanî bisekinin, gerekê p’êwendîya bidine pêşxistinê. “Bêlar’ûs hevk’ara meye stratêgîye, hevk’ara meye girînge û em dixebitin.Ez gumanim,wekî ew hevk’arî wê diha k’ardarbe”,-P’aşînyan gotîye.Alêk’sandr Lûkaşênko daye dîyarkirinê,wekî t’evî Ermenîstanê zivir’a eşîya ewqasî jî mezin nîne. “Piştî wê yekê, ku hûn bûne serekwezîr, min ew r’eqem lê nihêr’în û min dît wekî zivir’a eşîya bi 14O selefîva zêde bûye.Wextê ku em k’etine nava Yektîya Avrasîsîaêye êkonomîkî, me r’ê dîtin û ez gerekê bidime bawarkirinê,wekî wê vir hada jî wê usabe. Emê piştgirîyê bidine we, bîznêsa weye li Bêlar’ûsê û eger îdarên me bo we h’ewask’arbin, emê bêne Ermenîstanê û îdarên t’evayî sazkin”,-Alêk’sandr Lûkaşênko gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button