H’emû nûçeSereke

Înîsîyatîva “Avroray”-ê dua’ê Papê R’omayê stend

Dêlêgasîya înîsîyatîva hûmanîtarîye “Avrora”-ê layîqî dua’yê Papê R’omayê bûye.Wextê seredana li Vatîkanê h’îmdarên forûma “Avrora”-ê Nûbar Afêyan û R’ûbên Vardanyan, usa jî sê xudanên r’ewa “Avrora-ê hazir bûne.Dêlêgasîya usa jî r’astî k’atibê Vatîkanê, kardînal Pîyêtro Parolînî hatîye. Înîsîyatîva hûmanîtarîye “Avrora” ji navê wan meriva hatîye sazkirinê, yên ku k’omkujî dîtine û bona wê yekêye, ku r’azîbûna xwe e’lamî wan meriva bikin, yên ku  piştgirîya merivh’izîyê didine merivên li her cîyên dinîyaê. Înîsîyatîva navkirî piştgirîyê dide wan meriva, yên ku nava h’ewcetîyêdanin, bona ku k’esîbtî bê kêmkirinê û goveka sag’lemîxweykirinê, usa jî xwendinê bêne ç’ereserkirinê. Forûma “Avroraê”-ê wê  ji 14-a  h’etanî 21-ê cotmehê li Ermenîstanê derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button