Sîyasî
Îraqê eskerê xwe anîye li ser dereca hazirîyêye bilind
Wezîreta Îraqêye p’arastinê, r’ûê protêstokirinên li Beg’dayê, eskerê xwe anîye li ser dereca hazirîyêye here bilind.Wezîrê p’arastinê Necîb Al Şamarî e’mir kirîye, ku esker bona p’arastina îdarên dewletê û avayên welatên dere dîplomtîke li Îraqê, hazirbe.Ewî usa jî hîvî kirîye, ku qewatên bêqezîyabûnê sebira xwe hindava protêstokira bidine k’ifşê.Em bêjin,wekî li Beg’dayê û li bajar’ên Îraqêye mayîn bi h’ezara meriv protêstoyên xwe dijî qulixdarîyên dewletê, bêxebatîyê û r’uşetxwerina nava h’ukumatêda didine k’ifşê.