Sîyasî

T’irk’îyaê vêto danîye li ser qirara derheqa t’evbûna k’urdên Sûrîyaêye nava komîtêya konstîtûsîon

T’irk’îyaê vêto danîye li ser  qirara derheqa t’evbûna k’urdên Sûrîyaêye nava komîtêya konstîtûsîon, ya ku cabdarîyê bona konstîtûsîya Sûrîaêye nû dik’işîne. 15O-î merivê bik’evine nava wê komîtê, ji k’îjana 5O-î meriv wê ji h’ukumata Sûrîayêbin, 5O-î jî ji opozîsîyaêbin, lê 5O-î meriv jî wê alîyê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî û endamên civaka Sûrîyaêye sîvîl bêne hilbijartinê, ya ku wê 3O-ê cotmehê li Jnêvê berevbe.K’urdên Sûrîyaê îdî bi r’exkirina wê komîtê pêşda hatine. “Heyîna k’urdên Sûrîyaê, yên ku Damişqê yan jî opozîsîyaêva girêdayîne, nade k’ifşê,wekî k’urd nava komîtêda hatine r’aberkirinê”,-k’atibê prêssyaê, yê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mistefa Balî gotîye. Admînîstrasîya li bakûr- r’ohilatê Sûrîyaê bi t’emamî ji wê prosêsê der maye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button