H’emû nûçeSereke

H’ukumata K’urdistanê girtina întêrnêtê înk’ar kirîye

H’ukumata Îraqê hîvî ji Herêma K’urdistanê kirîye, ku mîna wê întêrnêtê bide girtinê, çimkî protêstokirinên li neh’îyên Îraqê bûne yên zordarîyê û r’eqema kuştîya zêde dibe.Wek’îlê wezîreta transportê û t’evgirêdana, yê Herêma K’urdistanê Omêd Meh’med derheqa wê yekêda gotîye û serda zêde kirîye,wekî h’ukumata K’urdistanê ew yek înk’ar kirîye. “Bona gavên wî cûr’eyî em dîna xwe didine qirara şêwira K’urdistanêye wezîra”,- Meh’med gotîye. H’ukumata Îraqêye fêdêral gumane, ku protêstokirinên li Îraqê bi r’îya h’alê qeydeder û girtina întêrnêtê bide sekinandinê.Komîsîya Îraqêye mafên mêriv e’lam kirîye,wekî r’oja pêncşemê wextê wan protêstokirina, nêzîkî 12 merivî hatine kuştinê û 65O-î jî birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button