SerekeSîyasî

Pêntagon: têrîtorîya Sûrîya bakûre hewê bona T’irk’îyaê girtîye

ŞAY ji piştgirîya opêrasîyona T’irk’îyaêye li bakûrê Sûrîyaê paşda sekinîye. Derheqa wê yekêda ji Pêntagonê r’agîhandine. Hatîye r’agîhandinê,wekî qewatên ŞAY-ye sîlih’kirî wê îdî t’evî opêrasîyonên wî cûr’eyî nebin.Bi gotina k’atiba prêssyaê, ya Pêntagonê, Kar’la Glîsonê , niha qewatên T’irk’îyaêye hewêr’a wê dijwarbe ku fir’înên teyarên xweye li wê neh’îyê bi xwe bide koordînasîyakirinê. Wek’îlê Pêntagonê Conat’an Hofman serda zêde kirîye,wekî ŞAY opêrasîyona T’irk’îyaêye li Sûrîyaê qebûl nake.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button