R’oja e’wlin nava encamên opêrasîona t’irkaye li bakûrê Sûrîyaê, r’ûê derbên avîsîya t’irka û artîlêrîyaêda, here kêm pênc binelîyên e’dil hatine kuştinê, bi deha birîndar bûne.Kanîya înformasîone ji Serêkanîyê r’agîhandîye,wekî nava encamên bombebrandina t’irkada jin û mêrek hatine kuştinê, lê çend meriv jî nava wanda zar’okek birîndar bûne.Ji Qamişlûyê jî hatîye r’agîhandinê,wekî merivekî mesîhî li neh’îya Bişirîyê hatîye kuştinê, gele meriv birîndar bûne. Li bajar’ê T’êl Avyadê t’opek k’etîye malekê, r’ûê çida ew mal h’edimîye û nava encamên wê yekêda mêr û jin hatine kuştinê. Neh binelîyên e’dile mayîn jî li wî bajar’î birîndar bûne.Em bêjin,wekî opêrasîyona t’irka êvara çarşemê destpê bûye. Li bajar’ê Derbesîyê p’evçûyîn di nava leşkerên t’irka û hêzên Sûrîya dêmokratîkda destpê bûne. Li Manbîcê jî k’omên opozîsîon, yên ku ji alîyên t’irkada tên piştgirtinê êrîş birine li ser qewatên k’urda.Hatîye r’agîhandinê,wekî nava wê p’evçûyînêda çar ç’ekdarên opozîsîyon hatine kuştinê.Em bêjin,wekî îdî cêrge dewleta bangî Enqerê kirine, ku wê êrîşê bidine sekinandinê û h’ewask’arîyên xweye bêqezîyabûnê bi r’îya e’dil mîyaserkin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close