SerekeSîyasî

Fransîyaê bang kirîye, ku civîna koalîsîona dijî DAÎŞ-ê berevbe

Fransîyaê bang kirîye, ku civîna koalîsîona navnet’ewîye dijî DAÎŞ-ê lez berevbe, bona ku êrîşa T’irk’îyaêye li Sûrîyaê, ya dijî qewatên k’urda gotûbêj bikin. Derheqa wê yekêda wezîrê Fransîaêyî k’arên der Jan Îv Lê Dryan gotîye.Ewî serda zêde kirîye,wekî koalîsîya gerekê guhdarîyê bide li ser cêrge pirsa, çimkî opêrasîona t’irkaye dijî k’omên k’urda, yên ku wan h’ebsa xweyî dikin, k’îjanada ç’ekdarên DAÎŞ-ye dîlk’etîne, dikare pêşdahatina DAÎŞ-ye careke mayîn pêşda bîne. “Koalîsîya gerekê bêje, ku emê çi bikin, T’irk’îyaê çawa bike, emê çawa wan h’ebsa xweykin?. H’emû tişt gerekê zelalbe”,-Lê Dryan gotîye. ŞAY  pêşda bangî welatên avropî kiribû, ku welatîyên xweye ji DAÎŞ-ê li cem xwe qebûlkin, lê wezîrê Fransîyaêyî k’arên der gotîye,wekî ç’ekdarên ji wandera gerekê cezayê li wêderê bistînin, li k’îderê wana xirabk’arî kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button