SerekeSîyasî

Nêç’îrvan Barzanî:em dice’dînin şêr’ bidine sekinandinê

Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî girêdayî opêrasîyona t’irkaye leşkerîr’a e’lametî belav kirîye.Em bi xemgînî dîna xwe didine opêrasîyona leşkerî, t’evî k’îjanê dibin k’omên r’adîkal, bi t’aybetî yên opozîsîya Sûrîyaê”,-Nêç’îrvan Barzanî gotîye û daye dîyarkirinê,wekî ew bona her navçîgarîkê hazirin ku şêr’ bidine sekinandinê. “R’ûê wî şer’îda cime’ta e’dil wê bê kuştinê, mîgrasîya, neqewînbûn û têr’orê pêşda bên”,-Barzanî gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî Herêma K’urdistanê û Îraq bûne zyank’êşên têr’orîzmê û şêr’ û serda zêde kirîye,wekî h’al dikare encamên xirab him bona herêmê û him jî bona t’emamîya dinîyaê pêşda bîne. “Bo wê yekê jî em her dem dice’dînin şêr’ bidine sekinandinê.Em bona her navçîgarîkê û alîk’arîyê hazirin”,-Barzanî gotîye.Dawîyê Nêç’îrvan Barzanî bangî Organîzeya Net’ewên Yekbûyî kirîye, ku qirareke heqî bê qebûlkirinê, k’îjanêda mafên h’emû alîya  bêne p’arastinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button