CîhanSereke

R’îya r’adîoyêye bi navên merivên nav û deng bi du navava dewlemend bû

Em bêjin,wekî li ser r’îya h’ewşa r’adîoyêye berbi derge, li ser kevirên hurmetlî navên wan meriva nivîsarin, yên ku emekê mezin kirine nava xebat û k’arê têlêvîzîyon û r’adîoya ermenîye civakî. Van r’oja cêrga wan nava dîsa bi du navava dewlemend bû.Ji wana yek r’êjîsîyorê ermenî Vîlên Zak’aryane, yê mayîn jî xebatk’arê r’adyoya Ermenîstanêye Civakî, yê beşa axavtinên zimanê k’urdî, r’êdaktor û berpirsîyarê wê beşê K’eremê Seyade. Ewê r’ojê bi heyteholî vekirina wan kevirên hurmetlîye bi navên wan herdu meriva derbaz bû. Li wir êp’êce cime’t, nava wanda usa jî endamên şêwira r’adîyo û têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî, parlamêntvan û wek’îlên dîyaspora meye mayîn hazir bûn. “Ev h’emû tişt berê e’wlin bona me pêwîste, ku em bizanibin,wekî nava malbeta mezinda em endamekî malbetêne, em bi k’oka xweva li ser tradîsîyayên dewlemend sekinîne.Bi wê yekêva t’evayî em berdewamkirên wan tradîsîyaên başin, yên ku nava r’adîyo û têlêvîzîyona ermenîda hebûne”,-wextê vekirina kevirên hurmetlî, sedirê şêwira r’adîyo û têlêvîzîyona Civakî Ara Şîrînyan gotîye.Ji 55 sala  zêdetir r’îya ku bi adrêsa Alêk’ Manûkyan 5, K’eremê Seyad dibire li wir, ji k’îderê dengê cime’ta k’urd dihate bihîstinê.Hema li wir jî kevirê hurmetlî bi navê wî hate vekirinê.Em bêjin,wekî ew  nava guhdarvanada çawa K’eremê Seyad hatîye naskirinê. “Bi fikira min nava jîyanêda tiştê diha xirab t’une,wextê ku tu bêdengî, wextê ku tu têyî zêrandinê, lê tu nikarî bi dengê bilind wê yekê bêjî, h’etanî bi zimanê xweyî dayîkê jî.Wextê ku sala 1961-ê K’eremê Seyd hate r’adîyoyê cime’ta k’urd hema nava wî h’alîda bû. Û usa bû ew bû dengê bi mîlîona k’urda. Min gelek cara ji k’urdên ji welatên der bihîstîye,wekî wextê ku ew tên Yêrêvanê, e’se dicêr’ibînin li r’adîyoa Civakî biqesidin û hîvî dikin wê stûdîyaê nîşan bidin, ji k’îderê K’eremê Seyd xeber dida.Hûn gerekê bibînin, ku çi cûr’eyî ew nigê xwe divêjine wê stûdîyaê”,-serokê r’adîyoya Ermenîstanêye Civakî  Garêgîn Xûmaryan gotîye.Sedirê dîyaspora k’urdaye li Ermenîstanê, parlamêntvanê parlamênta Ermenîstanê Kinyazê H’emîd gotîye,wekî K’eremê Seyad gelek cara himberî xebatk’ar û bêjerê r’adîyoya Sovyêtêyî berê Yûrî Lêvîtan dikin. Bi gotina wî, bona gelê k’urd jî axavtinên bi zimanê k’urdîye bi r’adîyoya ermenî gelekî girîng bûne û girîngin. Bi gotina birêz Kinyazê H’emîd hema xeberêd serokbajar’ê Dîyarbek’irêyî berê Osman Baydêmîr wê yekê didine k’ifşê: “Çend sal pêşda serokbajar’ê Dîyarbek’irê Osman Baydêmîr li Yêrêvanê bû.Wextê ku em r’astî hevdu hatin, ewî got, ku wî bibine r’adîyoya Ermenîstanê. Xeberên wîye e’wlin ev bûn: “Bona baş axavtina zimanê k’urdî ez berê e’wlin borcdarê dayîka xweme, lê paşê jî borcdarê r’adîyoya Ermenîstanê”,-Kinyazê H’emîd gotîye.Endama kongira K’urdistanêye h’emmiletîyê Jênîka Qadir daye dîyarkirinê,wekî cime’ta me qîmetê mezin dide r’adîyoya Ermenîstanêye Civakî. Lê çi ku derheqa K’eremê Seyaddane, em gelekî r’azîne, çimkî p’ir’anîya xebatk’arên r’adîoyê wan r’ojên dijwar, hiştin û ji Ermenîstanê çûne der.Wan zivstanên sar, r’ûê t’unebûna transportêda K’eremê Seyad r’îya gelek kîlomêtra p’îya diçû mala xwe, p’îya diçû ser xebata xwe, çimkî ewî nedixwest,wekî qet r’ojekê jî dengê r’adîyoya k’urdî bihata bir’înê.Bi vî cûr’eyî navê K’eremê Seyad k’ete nava cêrga emekdarên r’adîyo û têlêvîzîyona Ermenîstanê.Em jî sirîya xweda K’eremê Seyad pîroz dikin, jêr’a t’endurustîya baş dixwezin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button