Cîhan
H’emsedirên k’oma Mînskê wê li Arsaxê biqesidin
Îro û sibê wê bi seredan li Ermenîstanêbin h’emsedirên k’oma Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayeye Mînskê. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye k’arên der Anna Nag’dalyanê e’lam kirîye.“ H’emsedirê ji Ermenîstanê her’ine Arsaxê”,- ewê r’agîhandîye.K’atiba prêssayê e’lam kirîye, wekî 28-ê cotmehê seredana r’esmî, ya wezîra Bilg’arîyaêye k’arên der Yêkatêrîna Zaxarêvayêye li Ermenîstane ter’a te dîtine, lê 3O-31-ê cotmehê wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyanê li Monakoyê t’evî konfêransa h’emcivîna Frankofonîaêye navnet’ewî bibe.