Cîhan

Li Ermenîstanê h’etanî sala 2O2O-î: r’oja dehaye meha deha, wê deh mîlîon dar binikînin

H’ukumata Ermenîstanê berne’ma begemkirî r’aber kirîye, k’îjan wê  sala 2O2O-î , dehê  cotmehê bighîje dawîyê. Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wextê “Forûma înovasîyone global”-e ji alîyê fonda Ermenîstanêye ulm û têxnologîyêda t’eşkîlkirî e’lam kirîye.Em  didine plankirinê, wekî h’etanî sala 2O2O-î  r’oja dehaye meha deha, deh mîlîon dar binikînin.Ewê bibe sîmvola yektîya  deh mîlîon ermenîya, dewleta Ermenîstanê, dora K’omara Ermenîstanê û li K’omara Ermenîstanê”,-serekwezîr gotîye.Wezîrê Ermenîstanêyî dor-bera Êrîk Grîgoryan daye k’ifşê, wekî ew ne t’enê fikira t’ezeye bona yekbûna ermenîyên t’emamîya dinîyaê, lê ew gava wane bona ç’arserkirina pirsgirêkên t’ebyetê. “ Bi vê gavê em dixwezin bangî civaka h’emdinîyaê bikin,wekî  pirsgirêkên t’ebyetêye global ç’arser bikin”-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button