Serokê ŞAY Donald T’ramp’ e’lam kirîye,wekî êrîşa t’irkaye leşkerîye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê ne pirsgirêka wî û Waşîngtonêye.“Eger T’irk’îya bik’eve Sûrîyaê, ewê di navbera T’irk’îyaê û Sûrîyaêbe, ew ne pirsgirêka meye”,-wextê r’asthatina t’evî serokê Îtalîyaêye li mala Sipî, Donald T’ramp’ gotîye. Ewî ser gotina xweda zêde kirîye: “ K’urd dikarin şer’ bikin û ew bi xwe milyak’et nînin”. Serokê ŞAY usa jî e’lam kirîye,wekî başe ku R’ûsîya dixweze piştgirîyê bide r’êjîma Sûrîyaê û Beşer Esed û eger Sûrîya û T’irk’îya dixwezin bi hevr’a şer’kin,wextê ku eskerên amêrîkî ne li wirin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close