H’emû nûçe
Li Yêrêvana civîna asosîyasîya bilind, ya p’erwerda bilind tê derbazkirinê
Li Yêrêvana civîna asosîyasîya bilind, ya p’erwerda bilind tê derbazkirinê, bona t’evbûna k’îjanê sedirê asosîyasîyaê K’rîstof Grolîmûnd û ji sedî zêdetir p’êşekzanên welatên cuda-cuda hatine Ermenîstanê.Wezîrê Ermenîstanêyî p’erwerdê, ulm, çandê û sportê Arayîk Harût’yûnyan mêvan silav kirine û daye dîyarkirinê,wekî derbazkirina civînêye li Ermenîstanê mecaleke zêdeye, ku guhdarîya civaka Avropîye p’erwerdê li ser Ermenîstanêbe, li k’îderê sîstêma p’erwerda bilind nava êtapa guhar’tinadane. “Nava guhar’tinada girîngîya başqe didine pêşxistina sîstêmê û qewînbûna wê. Niha gotûbêjkirinên aktîv dora proêkta qanûna nû tên derbazkirinê”,- wezîr gotîye.