SerekeSîyasî

ŞAY û T’irk’îya p’evk’etine ku li Sûrîyaê agirbestê e’lamkin

Cîgirê serokê ŞAY Mayk P’êns e’lam kirîye,wekî li T’irk’îyaê gihîştine hevr’aqayîlbûnê, ku êrîşa li K’urdistana Sûrîyaê bidine sekinandinê.Bi gotina P’êns r’êjîma agirbestê wê destpêbe û ew yek wê mecalê bide qewatên k’urda ku nava 12O seh’etada ji têrîtorîyaên nêzîkî sînor dûrk’evin. “Emê t’ev endamên hêzên p’arastina gel bixebitin, ku ew yek bi hêsanî bê kirinê”,-P’êns gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî derxistina esker îdî destpê bûye ewê ji neh’îyên sînore der bên cîwarkirinê, li ser dûraya 2O mîla, ji sînorê T’irk’îyaê dûr. Piştî wê yekê nava 12O seh’etada T’irk’îyaê bi t’emamî ji wê neh’îyê derk’eve û wê dagirkirinê bide sekinandinê. Bi gotina P’êns, nêta Waşîngtonê t’une sanksîyaên nû dijî T’irk’îyaê pêşda bik’işîne, lê anegorî dereca agirbestê ewê sanksîyaên e’lamkirî paşda hildin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button