SerekeSîyasî

Donald Tûsk: eva agirbest nîne, lê kapîtûlyasîya k’urdaye

Sedirê şêwira Avropayê Donald Tûsk e’lam kirîye,wekî sekinandina eskerê t’irka, derheqa çida Enqere û Waşîngton p’evk’etine, sekinandina agir nîne , lê kapîtlyûasîya k’urdaye.“Wa gotî agirbest ew nîne, çi ku em difikirîn.bi r’astî ew agirbest nîne, lê kapîtûlyasîya k’urdaye”,-Tûsk gotîye. “Em gerekê bangên xweye hindava T’irk’îyaêda biwek’ilînin, ku T’irk’îya opêrasyîona leşkerî bide sekinandinê, qewatên xwe ji wir derxe û mafê navnet’ewîyî hûmanîtarî xweyke”,- Donald Tûsk daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button