Sport
Nava leca li ada Mênê Lêvon Aronyan yê çaraye
Nava k’işikçîyên k’oma Ermenîstanêye mêrada Lêvon Aronyan nava leca li ada Mênê yê çaraye.Bi r’agîhandina “Armênprêss”-ê piştî 11 êtapa, ewî 7,5 qal berev kirin û cîyê çara girt. Hao Vangê ji Çînstanê pêşk’eftîyê lecêye. Çêmpîonê dinîyaê Magnûs Karlsên cîyê şeşadaye.Ji wek’îlên Ermenîstanêye mayîn Hrant Mêlk’ûmyan cîyê 21-ê, R’obêrt Hovhannsyan cîyê 37-a, Vladîmîr Hakobyan cîyê 5O-î, Gabrîyêl Sargsyan cîyê 54-a, Sêrgêy Movsîsyan cîyê 1O4-ye.