SerekeSîyasî

Îlham Ah’med r’astî sênatorên amêrîkî hatîye

Şuxulk’ara sîyasîye k’urd, ya ji Sûrîyaê Îlham Ah’med t’evî sênatorên amêrîkî Lîndsî Grêm û K’irîs Van Holên girêdayî opêrasîyona T’irk’îyaêr’a hevr’aeberdan derbaz kirine. Îlahm Ah’med sedira şêwira Sûrîya Dêmokrtîke, ya ji alîyê qewatên Sûrîya Dêmokrtîda. Ewê hîvî kirîye, ku ŞAY zona hewêye li bakûr- r’ohilatê Sûrîyaê bidine girtinê û sanksîya hindava Enqerêda pêşda bik’işînin, bona ku bi wî h’ukumî êrîşa t’irkaye li Sûrîyaê bidine sekinandinê. Anegorî encamên r’asthatinê, Van Holên e’lam kirîye,wekî ŞAY gerekê qirarê qebûlke bona xweykirina eskerên amêrîkîye anegore li Sûrîyaê û sanksîya hindava T’irk’îyaêda pêşda bik’işîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button