SerekeSîyasî

T’ramp’:ŞAY sanksîyaên dijî T’irk’îyaê paşda hildide

Serokê ŞAY Donald T’ramp’ e’lam kirîye,wekî h’emû sanksîyaên dijî T’irk’îyaê, yên ku 14-ê cotmehê hatibûne pêşdak’işandinê, niha paşda tên hildanê. T’ramp’ gotîye,wekî T’irkîyaê daye dîyarkirinê, wekî ewê êrîşa xweye li ser qewatên  k’urdaye Sûrîyaê bide sekinandinê û wê bice’dîne r’êjîma agirbestê çawa ya hert’imî îzbatke. “Bo wê yekê jî min t’eslîmî wezîrê fînansa kirîye, ku h’emû sanksîyaên 14-ê cotmehê pêşda k’işandî ji ser T’irk’îyaê bidine hildanê”,- T’ramp’ gotîye. Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî  xebera “hert’imî” şikberîyê pêşda tîne, lê ev encam ji alîyê ŞAY-da pêşda hatine. Donald T’ramp’ bîr anîye,wekî hinek leşkerên ŞAY wê bona p’arastina bîrên neftê bimînin.Ev e’lametîya T’ramp’ piştî r’asthatina serokên R’ûsîyaê û T’irk’îyayê hatîye belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button