
Piştî h’evtêkê R’ûsîyaê 276 qulixçîyên polîsîya leşkerî û 33 h’eb têxnîka leşkerî bişîne Sûrîyaê. Derheqa wê yekêda wek’îlekî wezîreta R’ûsîyaêye p’arastinê gotîye û serda zêde kirîye,wekî r’eqema leşkerên R’ûsîyaêye li Sûrîyaê bona meremê nû wê bê zêdekirinê.Gilî drheqa kontrolkirina sînorê Sûrîyaê û T’irk’îyaêdane, derheqa çida serokên R’ûsîyaê û T’irk’îyaê li Soçîyê gotûbêj kirine. Anegorî wê qayîlnivîsarê, li wê beşa zona 3O-î kilometer, ya ku bin kontrola T’irk’îyayêdane, wê leşkerên R’ûsîyayê û sînorxweykirên Sûrîyaê cîwarbin. K’omên k’urda gerekê ji wî cîyî paşda vek’işin. Hatîye r’agîhandinê,wekî polîsîya r’ûsaye leşkerî li ser bilindayên K’obanê, du kîlomêtra dûrî sînorê T’irk’îyaê cîwar bûne.







