Heger nava guhar’tinên konstîtûsîya Îraqêda zyan bighîje mafên k’urdaye li Îraqê, wî çaxî k’urdê de’wa konfêdêralîzmê bikin. Duh parlamênta Îraqê qirar qebûl kir, ku hinek pirsên t’evbûên protêstokirina lê binihêr’in. Xaleke ji wan pirsa jî guhar’tinên nava konstîtûsîyaêdane.Kanîya înformasîyone nava seroketîya K’urdistanêda girêdayî wê pirsêr’a e’lam kirîye,wekî heger nava guhar’tinên konstîtûsîyonda zyan bighîje cime’ta Herêma K’urdistanê, wî çaxî ewê de’wa konfêdêralîzmê bikin. Nava komîtêya parlamêntêda, ya ku wê guhar’tina mîyaserke, usa jî wê sedirên partîya K’urdistanêye Dêmokratîk, Yektîya Niştîmanên K’urdistanê û H’eja Goran cîyên xwe bigrin. Parlamêntvanê Îraqêyî ji partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Xedar Zûbar e’lam kirîye,wekî hela hê nehatîye qebûlkirinê, ku çi guhar’tin gerekê bê mîyaserkirinê, lê k’urdê nehêlin, ku guhar’tinên nû zyanê bidine mafên k’urda.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Arsaxê her roj şaristanîya cîhanê tê tunekirin /wêne/19.04.2024, 15:45