Wek’îlê koalîsîona navnet’ewîye bi serk’arîya ŞAY Maylz K’îgîns e’lamî kanala têlêvîzîonêye K’urdistan 24-ê kirîye,wekî koalîsîya cîwarkirina qewatên xweye li Dêyr Zorê berdewam dike.“Koalîsîya qewatên xweye li bakûrê Sûrîyaê derdixe û li neh’îya Dêyr Zorê cîwar dike,bona ku hevk’arîya t’evî hêzên Sûrîya Dêmokratîk, ya bona h’incir’andina qewatên DAÎŞ-êye dawî berdewam bike”,-ewî gotîye.K’îgîns ew yek îzbat kirîye,wekî koalîsîya r’oja çarşemê qewatên xwe ji wan neh’îyên bakûrê Sûrîyaê derxistine û derbazî Dêyr Zorê dikin.Em bêjin,wekî serokê ŞAY Donald T’ramp’ pêşda e’lam kiribû,wekî ŞAY wê hazirîya xweye li r’ohilatê Sûrîyaê xweyke, bona ku kontrola li ser bîrên neftê nek’eve bin destê DAÎŞ-ê.
Herwiha kontr’ol bike
Close