H’emû nûçe
Qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî sîlih’ên t’ezeye we’dê niha wê dest bîne
Qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî him nava sala 2O19-da, usa jî sala 2O2O-î wê sîlih’ên t’ezeye we’dê niha dest bîne.Derheqa wê yekêda piştî gotûbêjkirina byûcêya dewletê, wextê qisa t’evî r’oje’mevana,wezîrê Ermenîstaêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî ew sîlih’ him bi cûr’ê peymana û him jî bi r’îya berne’mên krêdît tên destanînê û ew yên we’dê nihane, yên ku ji welatên cuda-cuda tên destanînê.Derheqa byûcêa dewletêda wezîr gotîye,wekî çawa wezîrê p’arastinê ewê bixwesta,wekî byûcêa dewletê çendbarebûya, lê bi h’esabhildana mecalên byûcêya dewletê ewî daye dîyarkirinê,wekî byûcêa niha h’emû pirsa dide r’azîkirinê.