Lîdêrê k’urd Me’sûd Barzanî dêlêgasîya Vatîkanêye bi serk’arîya wek’îlê r’uh’anî Albêrto Ortêgû Martîn qebûl kirîye.Wek’îlê Vatîkanê r’azalixî e’lamî Barzanî kirîye bona wê yekê,wekî pêşmerga dijî DAÎŞ-ê şer’k’arî kirine û nava wî şer’îda gelek pêşmerge şih’îd k’etine. “Çi ku pêşmerga kir, ew bona merivatîyê hatîye kirinê”,- nava e’lametîya qulixdarîya prêssa Barzanîda hatîye gotinê.Ewî usa jî r’azalixî e’lamî Herêma K’urdistanê kirîye bona wê yekê, wekî K’urdistanê awqas mihacir, nava wanda usa jî wek’îlên mesîhîya li cem xwe qebûl kirine, yên ku r’ûê şer’ê DAÎŞ-da r’evîne K’urdistanê. Xeberdan usa jî derheqa protêstokirinên li Beg’dayê çûye.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Arsaxê her roj şaristanîya cîhanê tê tunekirin /wêne/19.04.2024, 15:45