Civak

Nîkol P’aşînyanê bi seredana xebatê her’e Fransîyaê

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wê t’evî k’ulfeta xwe Anna Hakboyanê 11-12-ê mijdarê bi seredan li Fransîyaêbe, bona ku t’evî civîna P’arîzêye aşîtîyê û konfêransa YÛNÊSKO-êye 4O-î bibe.Hatîye r’agîhandinê,wekî r’oja seredanêye e’wlin P’aşînyanê t’evî qebûlkirina r’esmî bibe, ya ku bona qedirê serk’arên welatên t’evbûyî, ji alîyê serokê Fransîyaêda hatîye t’eşkîlkirinê. 12-ê mijdarê serekwezîrê t’evî vekirina h’emcivîna P’arîzêye aşîtîyê bibe,wextê k’îjanê ewê bi xeberdan pêşda bê. Nava dorana seredanêda serekwezîrê usa jî li ofîsa t’eşkîleta Frankofonîyaêye navnet’ewî biqeside.Seredana serekwezîr û k’ulfeta wîye li merk’eza YÛNÊSKO-ê têr’a hatîye dîtinê. Wextê konfêransê jî P’aşînyanê bi xeberdan pêşda bê.Nava dorana seredanêda, serekwezîrê Ermenîstanê usa jî wê r’astî wek’îlên dîyaspora Ermenîstanêye li Fransîyaê bê.Bona qedirê Nîkol P’aşînyan û Anna Haokbyanê wê qebûlkirina r’esmî bê t’eşkîlkirinê, wextê k’îjanê serekwezîrê Ermenîstanê wê bi xeberdan pêşda bê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button