SerekeSîyasî

Sîstanî bang dike, ku li Îraqê r’êforma mîyaserkin

Pêşîk’êşê şih’îyayî r’uh’anî  E’lî Al Sîstanî bang kirîye, ku li Îraqê r’êforma derbazkin û e’lam kirîye,wekî ewê piştgirîyê bide pêşnîyarên Organîzeya Net’ewên Yekbûyî.Ew r’astî wek’îla Organîzeya Net’ewên Yekbûîye li Îraqê Jana Hênîs Plasçêrtê hatîye, wextê k’îjanê h’alê li welêt hatîye gotûbêjkirinê.Em bêjin,wekî dudê cotmehêda meşên şikyatkirinê û protêstokirin li Îraqê destpê bûne.Nava vî we’deyîda nêzîkî 15 h’ezar merivî birîndar bûne û 32O meriv jî hatine kuştinê.Wek’îlê r’uh’nî gotîye,wekî yan gerekê r’êform bêne mîyaserkirinê, yan jî r’êke başqe bê dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button