SerekeSîyasî

Komîtêya Xaçê Sor wê merk’eza dasekinandinê li Hewilêrê veke

Komîtêya Xaçê Sore navnet’ewî e’lam kirîye,wekî wê li Hewilêrê, bi hevk’arîya t’evî h’ukumata Herêma K’urdistanê, merk’eza dasekinandinê veke.Derheqa wê yekêda cîgirê serokê komîtêya Xaçê Sor Jîl Karponîyê wextê r’asthatina t’evî serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî gotîye.Ewî r’azalixî e’lamî serekwezîrê K’urdistanê kirîye bo wê yekê, ku li K’urdistanê piştgirîya hindava komîtêya Xaçê Sor berdewam dibe. Barzanîyê serekwezîr jî sirîya xweda r’azalixî e’lamî komîtêya Xasê Sor kirîye bona şuxulk’arîya hûmanîtarîye li Herêma K’urdistanê û guman e’lam kirîye,wekî hevk’arîya di navbera alîyada wê berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button