
Dêlêgasîya dîyaspora k’urda dik’etine nava k’îjanê wek’îlên şêwira k’urdaye li Almanîyaê, Bêlgîyaê û Fêdêrasîyona k’urdaye navnet’ewî li merk’eza komîsîya Avropayê û qulixdarîya Avropaêye k’arên dere li Bryûsêlê qesidîye.Endamên dêlêgsîyaê derheqa mihacirên li K’urdistana R’ojavayê xeberdane û r’aport bona seroketîya Yektîya Avropayê hazir kirine.Wextê r’asthatinê t’evî nevsên Yektîya Avropaêye derecebilind, dêlêgasîyaê navnîşa piştgirîya anegor r’aber kirine. Berê e’wlin hatîye dîyarkirinê, ku k’inc, xurek, derman û tiştên mayîne ferz lazimin, çimkî zûtirekê zivstanê bê.Wek’îlên Yektîya Avropayê mêvan guhdar kirine, ew înformasîya nivîsîye, soz dane ku ji alîyê xweda piştgirîyê bidine binelîyên R’ojavayê.







