SerekeSîyasî

Sênator Grêm dibêje,wekî wê k’urdên Sûrîyaê t’enê nehêle

Sênatorê Lîndsî Grêm wextê r’asthatina t’evî serokê ŞAY Donald T’ramp’ û serokê T’irk’îyaê Êrdog’an e’lam kirîye,wekî ŞAY wê ji k’urdên Sûrîyaê paşda nesekine.Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, yên ku ji alîyê hêzên p’arastina gelda tên serk’arîkirinê, nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-da hevk’arên ŞAY bûne. “Emê ji hêzên p’arastina gel paşda nesekinin,emê t’ifaqdarên xwe t’enê nehêlin û emê îzinê nedine T’irk’îyaê ku ew qewata leşkerî bide xebatê û paqijkirinên êt’nîkî mîyaserke”,-wextê r’asthatina t’evî Êrdog’an, Grêm gotîye. “Êrdog’an gotîye,wekî T’irk’îyaê giranîya h’îmlîye nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-da hildaye li ser xwe, lê vê yekê hêrsa min r’akirîye,çimkî hema k’urda û qewatên Sûrîya Dêmokratîk, wextê şer’ê dijî DAÎŞ-ê ev yek kirine, yên ku deh h’ezar şer’k’ar unda kirine û usa jî birîndar bûne”,-Grêm gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button